Silêmanî-KDP.info- Piştî civîna Mesrûr Barzanî Serokwezîrê erkdarkirî bi avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê, û Tevgera Goran, Mesrûr Barzanî ragihand ku ew xelkê Kurdistanê gelekî li hêviya avakirina hikûmeta nû nahêlin.
Mesrûr Barzanî piştî civîna ligel Goran kongreyeke rojnamevanî lidar xist û tê de ragihand: “Me daxwaz ji Goran kiriye ku nav û Cviyên kandîdên xwe ji bo hikşmetê amade bike, ji ber ku em xelkê Kurdistanê gelekî li hêviya avakirina hikûmeta nû nahêlin.”
Mesrûr Barzanî wiha got: “Ez berpirsyar im li hemberî ku hikûmetî temam bikim û hêvîdar im ku em bikaribin soza xwe bicîh bînin û hikûmet di dema xwe ya yasayî de ava bibe.”
Ji aliyê xwe ve, Endamê Rêveberiya Goran Celal Cewher jî wiha got: “Rêkeftina me bi hevalên PDKê re heye û em bi temamî pêbendî wî ne. Me îro soz da Mesrûr Barzanî jî ku emê di dema yasayî de jî navên xwe pêşkêşî wî bikin.”