Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Wezîrê Derve yê Almanya pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir..“Serkeftinê ji te re dixwazim”

 

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas di nameyekê de bi boneya destbikarkirinê, pîrozbahî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û ragihand: “Em we piştrast dikin ku Almanya di siberojê de jî weke hevbeşeke cihê baweriyê li gel Herêma Kurdistana Iraqê û Komara Iraqê bimîne.”

Heiko Maas di nameyekê de ku ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re nivîsandiye, diyar dike: “Bi navê Hikûmeta Federalî ya Almanyayê, bi boneya hilbijartina we weke Serokê Herêma Kurdistanê, ez pîrozbahiya germ li we dikim. Hilbijartina we û pêkanîna hikûmeteke nû, du mercên giring in ji bo kûrkirina hevahengî û pêkve karkirina navbera Hewlêr û Bexdayê, bi taybetî di warê asayişê de, herwiha ji bo zalbûna tehediyên pêşhatên giring ên Herêma Kurdistanê.”

Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas di dawiya nameya xwe de ji bo Serokê Herêma Kurdistanê, tekezî li ser berdewambûna piştgiriya Almanyayê ji bo Herêma Kurdistanê kiriye û diyar dike: “Em we piştrast dikin ku Almanya di siberojê de jî weke hevbeşeke cihê baweriyê li gel Herêma Kurdistana Iraqê û Komara Iraqê bimîne. Di cîbicîkirina erkên we de ez hêviya serkeftina we dixwazim.”