Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Ji bo xizmeta gelê Kurdistanê emê zû hikûmetê ava bikin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê erkdarkirî bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand: “Ezê hewl bidim bi alîkariya hemû wan aliyên ku biryar dane beşdarî di kabîneyê de bikin, di dema diyarkirî de kabîneya nehem pêşkêşî parlamentoyê bikim, da ku herî zû em bikarin xizmeteke hêjayî gel û niştimanê xwe dest pê bikin.”

Serokwezîrê erkdarkirî bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî derbarê erkdarkirina xwe de ragihand: “Derbarê destnîşankirin û erkdarkirina min ji bo serokatiya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi pêwîst dizanim ku spasiya xwe pêşkêşî cenabê Serok Mesûd Barzanî, polîtboru û encûmena serkirdatî û cemawerê PDKê bikim, li hember destnîşankirina min weke berbijêrê PDKê yê ji bo vî kursî, herwiha spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Parlamentoya Kurdistanê tevî hemû fraksyonên wê dikim ji bo destnîşankirina min û spasiya birêz Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî dikim, ji bo erkdarkirina min bo pêkanîna kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”

Mesrûr Barzanî herwiha da xuyakirin: “Spas ji bo baweriya we û ezê hewl bidim bi alîkariya hemû wan aliyên ku biryar dane beşdarî di kabîneyê de bikin, di dema diyarkirî de pêkhateya kabîneya nehem pêşkêşî Parlamentoya Kurdistanê bikim, daku herî zû em bikarin xizmeteke hêjayî gel û niştimanê xwe dest pê bikin. Hêvî dikim hemû aliyên pêwendîdar alîkarê me bin, ji bo ku herî zû em vê proseyê bigihînin encamê.”