Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Berhem Salih: Pêgeha Mesûd Barzanî dibe sedema dermankirina birînên navmala Kurd

 

Hewlêr-KDP.info- Serokomarê Iraqê Berhem Salih di rêûresma sûndxwarina Serokê Herêma Kurdistanê de ragihand, ev boneyeke dîrokî û girîng e û pîrozbahî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û got: “Rola Serok Barzanî wek yekem Serokê Herêma Kurdistanê bilind dinirxînim û pêgeha wî ya bi bandor û mezin di siyaset û pêşhatên navçê de heye.”

Berhem Salih diyar kir: “Rol û bandor ne girêdayî pileya siyasî ye, ji ber wê kak Mesûd di dahatû de rola wî zêdetir dibe, ku zêdetir ji 50 salî ve xebata xwe heye û Serokê Herêma Kurdistanê jî çaverêyî piştevaniya Serok Barzanî ye.”

Herwiha got: “Pêgeha kak Mesûd dibe sedema dermankirina birînên navmala Kurdî û yekxistina navxweya Kurdistanê.”

Hevdem jî amaje bi pêgeha Mam Celal û Neşîrwan Mustefa jî kir, ku rola wan di pêgeha Herêma Kurdistanê de hebû.

Amaje bi tawanên enfala Germiyan û Barzan û bi hezaran gundên wêrankirî kir, ku sedema hebûna van destkeft û azadiya îro ya Kurdistanê ne û divê ev destkeft bêne parastin.

Berhem Salih wiha got: “Bi yekrêziya gelê me û bi hevkarî û hevahengiya serokê nû yê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta dahatî ya Kurdistanê, çaksaziyên bingehîn bi awayekî baş destpê dikin.”

Serokomarê Iraqê pîrozbahî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî kir û got: “Nêçîrvan Barzanî xwedan ezmûneka dirêj a hikûmetdarî û dîplomatîk e. Em ji Kak Nêçîrvan hêvî dikin ku di bihêzkirina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de roleka aktîf û bi bandor bilîze.”