Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî li eniya Xazirê cejna Pêşmerge pîroz kir

 
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî serdana eniya Xazir kir û cejna Pêşmergeyan pîroz kir.
Îro Çarşema 05.06.2019 û di dûyemîn roja cejna Remezana pîroz de Serok Mesûd Barzanî bi mebesta cejinpîrozkirinê û halpirsînê serdana hêzên Pêşmerge yên li çeperên eniya Xazir kir.
Di vê serdanê de Serok Barzanî pîrozbahiya cejnê li hemû Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê kir û her wiha li hal û guzeraniya Pêşmerge li mîhwer û sengeran da pirsî.
 
Serok Barzanî di hevdîtina li gel Pêşmerge û Fermandeyan de pêzanînên xwe ji bo xweragirî û qurbanîdana hêzên Pêşmerge hebû û silav ji bo giyanê pak ê wan Pêşmergeyên qehreman re şand ku di berevaniya li kerameta gel û niştîman de canê xwe gorî kirin û şehîd bûn.
 
-