Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serkirdeyekî Sunne: Heya Bexda navçeyên Kurdistanî îdare bike dê pirsgirêk berdewam bin

 

Bexda-KDP.info- Serkirdeyê Îtîlafa Hevpeymaniya Niştimanî ya Sunneyan Dr. Elî Mekî dibêje, heta Bexda îdareya navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 bike dê pirsgirêk berdewam bin û pêwîst e Bexda ji bo birêvebirina Iraq û navçeyên Kurdistanî jî sûdê ji ezmûna Herêma Kurdistanê bibîne.

Dr. Elî Mekî ji malpera KDP.info re ragihand: “Herêma Kurdistanê di îdare û birêvebirina xwe de serkeftineke mezin bidest xistiye. Lê li Iraqê şikestineke mezin tê dîtin. Eger Bexda sûdê ji ezmûna Herêma Kurdistanê bibîne dê di berjewendiya xelkê Iraqê bi giştî de be, lewma jî eger Hikûmeta Herêma Kurdistanê birêvebirina navçeyên Kurdistanî jî bike dê serkeftinê bidest bîne û dê pirsgirêk çareser bibin. Heta ew navçe di destê Iraqê de bin serkeftin û çareserî li wan navçeyan nayê dîtin.”

Mekî wiha got: “Şewitandina genimê cotkaran li navçeyên Kurdistanî ji bo çêkirina fitneyê ye û destekî siyasî li pişt wan karan e, lê eger ewlehî di destê Herêma Kurdistanê de ba dê ew pirsgirêk derneketabana, ji ber ku dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê pir serkeftî ne. Li wan navçeyan bi rêvebirina hevbeş ji Herêma Kurdistanê û Bexda jî çareserî çêdibe.