Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Wezareta Pêşmerge: Têkeliyên me û Amerîka pir bihêz in..Amerîka dixwaze Pêşmerge bihêz be

 
Hewlêr-KDP.info- Berpirsekî Wezareta Pêşmerge dibêje, biryar ji Amerîka derketiye ku hêzên wê dîsa dest bi perwerdeya leşkerî ya Hêzên Pêşmerge bikin. Herwiha tekez dike ku Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîka dixwazin Hêzên Pêşmerge zêdetir bihêz bibin û Kurdistan bibe xwedî yek hêza leşkerî.
 
Rêveberê Giştî yê Rewşenbîrî û Hoşiyariyê di Wezareta Pêşmerge de Lîwa Babekir Feqê Ehmed ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dest bi perwerdeya leşkerî ya Hêzên Pêşmegre kirine û biryar derketiye ku dîsa ew perwerde dest pê bike. Nexasim Amerîka pir dixwaze ku Hêzên Pêşmerge yekgirtî bin û derbarê wê yekê de Amerîka alîkariya Herêma Kurdistanê dike.”
 
Wî berpirsê Wezareta Pêşmerge wiha got: “Di civîna Wezareta Pêşmerge de, biryar li ser perwerdekirina lîwayên ser bi wezaretê tê dan. Me heta niha sûdeke mezin ji alîkariyên Hevpeymaniya Navdewletî dîtiye. Nexasim ku hevahengî û têkeliyên Wezareta Pêşmerge û Amerîka pir bihêz in û Amerîka dixwaze Hêzên Pêşmerge bihêztir bike.”
 
Lîwa Babekir ragihand: “Hevpeymaniya Navdewletî hewl dide ku ligel serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê û herdû hêzên 70 û 80 yên PDK û YNK ku heta dawiya vê salê Kurdistan bibe xwedî hêzeke hebveş û ser bi Wezareta Pêşmerge.”