Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî bo Çavuşoglu: Pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê girîng û stratejîk in

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî û Mevlut Çavuşoglu civiyan û di wê hevdîtinê de spasiya Tirkiyê kir ku di dema zehmet de alîkarî û piştgiriya Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Duşemî 29ê Nîsanê li Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu kir.

Di wê hevdîtinê de herdû aliyan pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê ligel Tirkiyê û bilindkirina asta bazirganî û hewldana ji bo vekirina deriyên zêdetir ên sînorî û alîkarî û hevahengiya di warê rûbibûyê metirsiyên terorê û rewşa Kerkûkê û navçeyên madeya 140 û pêkhateyan û rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê, gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya Tirkiyê kir ku di demên zehmet û dijwar de alîkarî û piştgiriya Herêma Kurdistanê kiriye. Heriwha daxwaz kir ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê pêş bikevin û ji bo vê yekê jî Hikûmeta Kurdistanê amade ye ku derfetê bide şirket û veberhênerên Tirkiyê ku li Herêma Kurdistanê kar bikin. Nêçîrvan Barzanî got ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê girîng û stratejîk in.

Mevlut Çavuşoglu jibilî ku kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê nîşan da, herwiha tekez ku di demên zehmet de wan pişta Herêma Kurdistanê berneda, niha jî dixwazin pêwendiyên xwe ligel Iraq û Herêma Kurdistanê pêş bixin.

Çavuşoglu got ku, şirketên Tirkiyê jî dikarin di proseya avakirinê de û bi taybetî jî li wan navçeyên ku ji ber şerê DAIŞê ziyan dîtine, kar bikin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê behsa serdana xwe ji bi Bexdayê jî kir û amaje bi civînên xwe ligel berpirsên Iraqê kir û got ku hevkarî û hevahengiya Tirkiye û Iraqê girîng e, nexasim jî di prsa avê de.

Di hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Mevlut Çavuşoglu de, herwiha rewş û pêşhatên navçeyê bi giştî hatin gotûbêjkirin.