Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

jîrtirîn gelê dîrokê

 

 

Zikrî Mûsa

 

Eger xelkê Holanda gul û penêr didin cîhanê û xelkê Australyayê jî goşt û hirya pezê xwe, xelkê Îranê herwiha bi ferş û sicadê tên naskirin û heta dawiya dunyê berhemên wan diçin. Ereb jî petrolê didin hemû cîhanê. Fûtbol û şekir û qehweya Berazîlyayê jî binav û deng in. Eger her neteweyek, her cografyayek dewlet be û xwedî serwer be û bi her awayekî beşdar be di karwanê mirovayetiyê de, erê erkê Kurdan çi ye.

Nayê zanîn bi hûrî çi erkê Kurdan e di nava mirovayetiyê de, lê tiştekî zelal e ku barê ku li ser milê Kurdan e eger li ser milê her miletekî din ba, dê zû de dawiya wî hatbû û hilya bû.

Niha Kurd divê parêzgariyê li nasnameya xwe bikin. Divê Kurd dagîrkariyê û cîranên xwe yên xwîngiran û şovînî tehemûl bikin. Divê di rûyê terorê de rabin. Divê zimanê xwe biparêzin û hînî zimanên Erebî û Farisî û Tirkî û herî kêm Ingilîzî jî bibin. Divê ligel hovtirîn rêjîm ku rêjîma Sedam bû liber xwe bide. Divê Kurd ha ji dezgeha herî zehmet a îstexbaratê li navçeyê hebin.

Di heman demê de, divê Kurd xwe bijînin, xwe dewlemend bikin. Çek û sîlahan bi dizî bikirin. Divê mirovê Kurd hewl bide ku xwe pêş bixe û xwe hînî teknelojiya bike. Divê li hemberî wan hemû gef û guvaş û azarên ku ji encama nakokî û navçegerî û caşîtiyê derdikevin, li ber xwe bide.

Divê berdewam hizreke wî li cem serxwebûn û serweriyê ve û qet jibîr neke û kar jê re bike. Divê Kurdistan derguşa pêkvejiyanê be û bihuşta pêkhateyên netewî û olî be. Nabe Kurd tundrew bin û hemêza xwe ji terorê re vekin. Nabe Kurd zilm û dagîrkarî û bi erebkirin û bi firiskirin û bi tirikirinê qebûl bikin.. Divê. Divê. Divê…

Vêga hûn bi xwe hukmê xwe bidin, di sedeya 21ê de kîja netewe li seranserî cîhanê bi qasî Kurdan erk û barên giran li ser milê wî ye?

Ligel wê yekê jî, eger Kurd ji vê riya dijwar û pir kosp bi serkeftî derbas bibin, bêguman dê bibin jîrtirîn û bihêztirîn gelê di nava dîrokê de.