Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mîranî: Rêkeftina PDK û YNK nêzîk e

 

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtbûroya PDKê Fazil Mîranî ragihand ku PDK û YNK dê rêkeftineke nû îmze bikin û rêkeftina li ser pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê jî nêzîk e.

Fazil Mîranî ragihand, di demeke nêzîk de dê pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê di navbera partiyên siyasî de bê yekalîkirin.

Mîranî wiha got: “Ligel Goran em danûstandinan dikin derbarê hebûna cîgirê dûyem ê serokê Herêma Kurdistanê û divê em hev razî bikin û berjewendiya miletê xwe bixin pêşiya berjewendiyên hizbî.”

Fazil Mîranî wiha domand: “Me û Goran lihev kiriye û nêzîk em û YNK jî lihev bikin.”