Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî beşdarî vekirina Korbenda Aborî ya Cîhanî ya li Urdinê kir

Urdin-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî beşdarî vekirina Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Deriyaya Mirî li Urdinê kir.

Li dûyem roja serdana Serok Barzanî ji bo Şahnişîna Urdinê, îro 06.04.2019 Serok Barzanî û şanda li gel beşdarî merasîma yekem roja vekirina Korbenda Aborî ya Cîhanî ya li Deryaya Mirî li havîngeha Eqebeya nêzîk Ammana paytexta Urdinê kir.

Hevdehemîn (17) Korbenda Aboriya Cîhanî li welatê Urdinê îro dest bi karên xwe kir.

Di korbendê de hejmareke berçav ji serok û kesayetiyên siyasî û aborî yên cîhanî beşdarî di yekem roja vekirina Korbenda Aborî ya Cîhanî ya li Deryaya Mirî kir.