Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî pîrozbahiya cejnê Cemayê li Êzîdiyên Kurdistan û cîhanê kir

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina Cejna Cemayê Êzîdiyan, pîrozbahiya xwe pêşkêşî hemû xuşk û birayên Êzîdiyên li Kurdistan û hemû cîhanê dikim. Hêvîdarim ev cejin bibê cihê xweşî û aramiya xuşk û birayên me yên Êzîdiyan û bikarin hemû salek cejin û xweşiyên xwe li aştî û bexteweriyê da bikin.

Her bi vê helkeftê tekez li wê yekê dikim ku pêwîste em hemû aliyek kar ji bo kûrtirbûna çanda pêkvejiyan û birayetî û tebayî ya di navbera pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê bikîn û biparêzîn.

Mesûd Barzanî
05.10.2018