Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî û Hadî Amirî rewşa siyasî gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî li Hewlêrê civînek pêk anîn û Amirî diyar kir ku hevbeşiya Herêma Kurdistanê di proseya siyasî ya Iraqê de bingeha sereke ya serkeftina proseyê û di berjewendiya temamê Iraqê de ye.

Îro Pêncşema 04-10-2018an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî kir.

Di civînê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Hevpeymaniya Feth proseya siyasî ya Iraqê û qonaxa nû ya proseyê gotûbêj kirin û tekezî li ser proseyeke siyasî ya bi sihet ji bo niha û qonaxa dahatûya Iraqê kirin, bi awayekî ku bersiva xwestek û hêviyên pêkhateyên Iraqê bide û hemû pêkhate xwe di proseya siyasî û birêvebirina welat de bibin û ji bo seqamgîrî û serkevtina proseya siyasî, parêzvaniya lihevkirin, hevsengî û hevbeşiyê were kirin.

Hadî Amirî di civînê de tekezî li giringiya hevbeşiya çalak a Herêma Kurdistanê di proseya siyasî ya Iraqê û çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr – Bexdayê de li gor destûrê kiriye, herwiha diyar kiriye ku hevbeşiya Herêma Kurdistanê di proseya siyasî ya Iraqê de bingeha sereke ya serkevtinê û di berjewendiya temamê Iraqê de ye, ji bo vê mebestê jî gotûbêj û hevdîtin û civînên navbera herdu Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê weke pêwîst dibîne.

Mijara pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê, beşeke din a civînê bû ku Nêçîrvan Barzanî û Hadî Amirî gotûbêj li ser wê mijarê kirine û hevkarî û piştgiriya xwe ji bo Adil Ebdulmehdî cardin anîne ziman, ku pêkanîna kabîneya nû ya Iraqê jê re hatiye raspartin.