Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Firaksiyona PDKê li Bexda: Berbijêrê me xwe ji berbijêriya serokomariyê vekişand

 

Bexda-KDP.info- Firaksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand ku berbijerê wan Fuad Husên xwe ji berbijêriya serokomariyê vekişand.

Firaksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê derbarê posta serokomarê Iraqê de,  di parlemantoya Iraqê de daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku berbijerê wan Fuad Husên xwe ji berbijêriya serokomariyê vekişand.


Di daxuyaniya PDKê de hat gotin ku di demekê ku baweriya wan bi mîkanîzma demokrat û serweriya destûrî heye, lê ewê niha li parlemantoya Iraqê ya derbarê hilbijartinên serokomariyê de bûne bi ti awayî qebûl nakin û dûrî rêkeftinên di navbera fraksiyonên Kurdistanî de ne.


PDKê tekez kir ku rêkeftin li ser wê yekê hatibû kirin ku tevahiya aliyên Kurdistanê li ser yek berbijêrî li hev bikin, yan jî berbijêrê posta serokomariya Iraqê bi dengdana fraksoyên Kurdistanî bihata yekalîkirin.


Di berdewamiya daxuyaniyê de ew tişta vê êvarî li parlamentoya Iraqê rûdaye ji aliyê wan ve ti caran nayê qebûlkirin û berpirsatiya wî karî di stûyê wan aliyên rêkeftin binpê kiriyê de ye.