Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Cîhnişînê Îmaratê nameyekê ji Serok Barzanî re şandiye

Hewlêr-KDP.info- Cîhnişînê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayd El Nihiyan bi riya Konsolê welatê xwe li Hewlêrê nameyeke taybet arasteyî Serok Barzanî kir.

Îro Şemiya 18.08.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Raşîd El Mensûr Konsolê Giştî yê Îmarat li Hewlêrê kir.

Di hevdîtinê de Konsolê Giştî yê Îmarata Erebîya Yekgirtî nameyeke taybetî ya Şêx Mihemed Bin Zayd El Nihiyan Cîhnişînê Îmaratî bi Serok Barzanî gihand.

Serok Barzanî jî ji bilî spasiyên xwe ji bo Cihnişînê Îmarat û Konsolê Giştiyê Îmarat, destxweşiyê li kar û çalakiyên xêrxwaziyên Dewleta Îmaratî kir li yarmetîdana koçber û penaberên li Iraq û Kurdistanê.

Herwiha tekez jî li ser dostayetî û berdewamiya peywendiya di navbera her du aliyan kir.