Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî peyamek ji bo Konferansa Federasyona Komeleyên Kurdên li welatên Sovyeta berê şand

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî peyamek ji bo Konferansa Federasyona Navdewletiya Komeleyên Kurdên li welatên Sovyeta berê şand û tê de got, gelê Kurd, herdem aştî û pêkvejiyanê xwestiye û tu demekî nexwestiye zulm û sîtemê li gelên din bike û dixwaze bi aştî û serbilindiyê bijî.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Serok û Endamên Konferansa Federasyona Navdewletî ya Komeleyên Kurdên welatên Sovyeta berê

Mêhvan û amadebûyên rêzdar

Dema we baş be..

Di sazkirina Konferansa Federasyona Komeleyên Kurdên li welatên Sovyeta berê destxweşiyê li we dikim û ji bo hewldana yek bi yekê we yên azîz pêzanînên min heye û ji bo rêxistin û yekxistina karubar û çalakiyên komeleyên Kurdan li van welatan de, hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.

Bi xem û mixabiniyeke zêde ve gelê Kurd bi zorê û bêyî îradeya xwe hatiye perçekirin û vê perçebûnê wiha kiriye ku, gelê Kurd rastî karesat û zilmên mezin bibe û Kurd ji bo mayîna xwe berevanî û berxwedanê bikin.

Şoreşên yek bi yekê Kurdan belgeya wê rastiyê ne. Jenosayd û enfal û kîmyabaran û koçberkirin, êrîşên terorîstan û ew karesatên li ser xuşk û birayên me yên Êzdiyan hat û dehan karesatên din û rûdanên piştî referandûma Herêma Kurdistanê, her hemû ji bo nehiştin û ji navbirina gelê Kurd bûne.

Lê belê pişt bi xwedayê mezin û xweragiriya gelê me û qehremaniya Pêşmerge gelê Kurd zindî ye û îradeya wî têk neşikaye û li ser xebata xwe berdewam e.

Gelê Kurd, herdem aştî û pêkvejiyan xwestiye û tu demekî nexwestiye ku zilm û sitemê li gelên din bike û dixwaze bi aştî û serbilindiyê bijî. Erkê me hemûya ne, bi baştirîn awayî peyama aştiyê bigihînîn û cîhanê ji doza rewaya gelê Kurdistanê têbigihînîn û bidin fahmkirin. Herwiha hewla bidîn pêwendiya kultûrî û siyasî û dostayetiyê bi baştirîn awayî ligel gelên cîhanê ava bikin.
Ez gelekî kêfxweş im ku hûn li hewla wê yekê didin ku bi rêya yekgirtin û xwerêkxistina li ser awayeke serdemiyane, bibin pirekî bihêz li pêwendiya Kurd û ew welatên ku li nav cografya Sovyeta berê de ne.
Li vir de bi derfet dizanim ku tekez li ser pêwendiya dîrok a di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsya û welatên din ê Sovyeta berê de bikim, ku ew dîrok li ser destê cenabê Barzaniyê Nemir bingeha wê hate danîn û gihîşte lûtkeyê.

Her wiha spasiyên min jî hene ji bo siyaseta Hikûmeta Rûsya û welatên din ê wan navçeyan ya li beranber doza Kurd û rêpêdana wan ya ji bo çalakiyên siyasî û kultûrî û ez wê siyasetê bilind dinirxînim.

Bi pêwîst jî dizanim spasiyên xwe yên bê payan pêşkêşî we yên azîz bikim ji bo hesta netewayetî û niştimanperweriya we û destxweşiyê li we dikim ji bo hewlên we yên ji bo parastina resenayetî û ziman û kultûra Kurdî di nav xwe de.

Her wiha helwesta we ya palpiştiya li xuşk û birayên we yên li Herêma Kurdistanê di dema referandûmê de jibîr nakin û cihê şanazî û kêfxweşiya me ye.

Referandûm derbirîna daxwaza rewa ya gelekî mezlûm bû ku bi aştiyanetirîn şêwe daxwaza mafê xwe dike.

Rast e rûdanên piştî referandûmê û nepakiya hinek kesan ziyaneke mezin li gelê Kurdistanê da, lê belê we piştrast dikim niha gelê Kurdistanê bi îradeyekî bilindtir û bi hişyariyekî zêdetir maye û berê xwe daye paşarojeke geş û pêşketinê.

Di dawiyê de piştrast dikim ku hûn xuşk û birayên me yên azîz in û hûn cihê hêviya me ne, û em piştevaniyê li kar û çalakiyên we yên çandî û siyasî dikin û ez hêvîdar im konferansa we bi biryar û raspardeyên baş bi dawî bibe û pirek jî be ji bo yekxistina gotara we û Kurdên Ewrupa û gelê Kurd yên li hemû welatên cîhanê.

Bimînin di xêr û xweşiyê de

Mesûd Barzanî”