Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Başkirina rewşa Şingalê erkê hemû aliyan e

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi boneya çaremîn salvegera komkujiya Kurdên Êzdî peyamek belav kir û ragihand ku dîtin û vegerandina hemû kesên revandî, asayîkirina rewşa Şingalê û avakirina wê, erkê hemû aliyan e.

Serok Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Dema rûdana wê cenosîdê de hemû xelkê Kurdistanê li gel xwişk û birayên Êzdî êş û jan hîs kirin, ji ber vê yekê xort û keçên me ji hemû Kurdistanê hatin û canê xwe ji bo azadkirina Şingalê feda kirin. Xwişk û birayên me yên Êzdî beşeke neveqetî yê gelê Kurdistanê ne û ti rewşeke sepandî jî nikare ji gelê wan, wan bibire.”

Herwiha dide zanîn: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hewlên xwe ji bo vegerandina kesên revandî dane û ji wan hejmareke mezin vegerandine. Lê belê dîtin û vegerandina temamê kesên revandî, asayîkirina rewşa Şingalê û avakirina wê, erkê hemû aliyan e û hevbeş û herî li pêş a niha ye û divê bilez were kirin.”