Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Berpirsê PDKê li Kerkûkê: Sextekariyeke mezin hatiye kirin..Nehiştin endamên me deng bidin

 

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Encûmena Serkirdatiya PDKê ya Kerkûk – Germiyan dibêje, li sînorê Kerkûk û Diyala sextekarî û binpêkirinên mezin hatine kirin û li Xaniqîn jî endamên PDKê bi zorê ji navendên dengdanê hatine derxistin û ev yek nayê qebûlkirin.

Selah Delo ji malpera KDP.info re ragihand: “Li sînorê navçeyên Kurdistanî yên dagîrkirî di hilbijartinan de binpêkirin û sextekariyeke mezin hatiye kirin. Rast e em li Kerkûkê beşdar nebûne lê aliyekî Kurdî û Heşda Şeibî gelek binpêkirin kirine û gelek gilî li wan hatine tomarkirin.”

Delo wiha got: “Li sînorê Xaniqîn û Diyala rêgirî li gelek kesan hatiye kirin ku biçin ser sinduqên dengdanê û dengê xwe bidin. Beşek ji wan binpêkirinan ji aliyê YNKê bû û beşek jî ji aliyê Heşda Şeibî bû, ku endamên me bi zorê ji navendên dengdanê derxistine û nehiştine dengê xwe bidin û ev yek jî nayê qebûlkirin û emê li wan gilî bikin.