Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Serokê Parlamentoya Iraqê kir

 

Hewlêr-KDP.info- Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrê û şanda pê re serdana Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir ji bo ku sersaxiyê lê bike li ser koça dawî ya birayê wî Dilovan Îdrîs Barzanî.

Îro Yekşema 8-4-2018 şanda Serokê Parlamentoya Iraqê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Di wê hevdîtinê de Selîm Cibûrî pirse û sersaxî li Nêçîrvan Barzanî kir û hevxemiya xwe bo Serokwezîrê Kurdistanê û malbata Barzanî nîşan da û hêvî xwest ku xwedayê mezin rehmetî bi bihûşatê şad bike.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî spasiya şanda mêvan kir li ser vê serdanê û li ser pêşkeşkirina hevxemiyê.

Herwiha rewşa siyasî ya Iraqê û pirsa hilbijartinan û çend mijarên din ku girêdayî Iraq û Herêma Kurdistanê ne, hatin gotûbêjkirin.