Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hewramî: Helwesta Urdinê li ser referandumê erênî ye

 

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Dîvdeçûnên Karûbarê Siyasî û Pêwendiyên Giştî yên Ofîsa Serok, Hêmin Hewramî di dema pêşwaziya wî de li Konsulê Urdinê li Hewlêrê ragihand ku helwêsta Urdinê li ser referanuma Başûrê Kurdistanê erênî ye.

Îro 14-8-2017 Hêmin Hewramî pêşwazî li Heysem Salih Ebû Elgûl kir û di wê hevdîtinê de Hewramî behsa pêşhatên dawî yên siyasî li navçeyê û navxwe kir. Herwiha behsa çûna şanda bilind a referandumê bo Bexdayê kir û amaje bi naveroka danûstaninên li wir kir.

Hewramî tekez kir ku Herêma Kurdistanê xwedî peyama çareseriyê û bidawîhatina xwesepandina deselata Bexda ye li ser îradeya miletê Kurd.

Hêmin Hewramî wiha got: “Urdin yek ji wan welatên Eremî yên girîng e li navçeyê û pêwendiyên wê ligel Kurdistanê pir baş û bihêz in, herwiha li ser pirsa referandumê jî helwêsta wê pir erênî ye.”