Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Fîdrasyona Kurdên Kazaxistanê: Divê em hemû piştgiriyê bidin referandumê

 

Kazaxistan-KDP.info- Serokê Fîdrasyona Kurdên Kazaxistanê û Serokê Şanda Komeleyên Kurdên Sofyeta Berê, Dr. Kînyazê Îbrahîm Mîrzoyêf dibêje, erkê ser milê her Kurdekî ye ku bi hemû awayekî piştgiriyê bide referanduma Herêma Kurdistanê, ji ber ku serxwebûna Başûr ya hemû Kurdan e.

Dr. Kînyazê Îbrahîm Mîrzoyêf ji malpera KDP.info re ragihand: “Li Sofyeta Berê nêzîkî 300 hezar Kurd hene û em bi nûneratiya wan beriya niha jî serdana Başûrê Kurdistanê kiriye û em ligel Serok Barzanî civyane û me hemû daxwazên xwe gihandine wî. Me jê re gotiye ku em bi hemû awayekî piştgiriyê li referanduma Başûrê Kurdistanê ya ji bo serxwebûnê dikin ji ber ku serxwebûn xwena bav û kalê me bûye û niha jî hêviya heta bi zarokê me ye.”
Mîrzoyêf wiha got: “Em naxwazin ti kes bêje em li dijî sewleta Kurdistanê ne, ji ber ku referandum û serxwebûn mafekî rewa yê gelê Kurd e û yê ku li dijî wî mafê kurdan be hestê me birîndar dike.”
Dr. Kînyazê Îbrahîm Mîrzoyêf wiha domand: “Erkê ser milê her Kurdekî ye ku bi hemû awayekî piştgiriyê bide referanduma Herêma Kurdistanê, ji ber ku serxwebûna Başûr ya hemû Kurdan e.”