Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Konsulê Japonya: Em rêzê ji mafên rewa yê gelê Kurdistanê digrin

Hewlêr-KDP.info- Konsulê Japonya yê li Herêma Kurdistanê di hevdîtina xwe de ligel PDKê de ragihand ku welatê wî rêzê ji daxwazên gelê Kurdistanê û mafên wî yên rewa digire.

Îro şanda pêwendiyên derve yên PDKê li Hewlêrê serdana Konsulxaneya Giştî ya Japonyayê li Herêma Kurdistanê kir û di wê hevdîtinê de Katsumî Moryanso spasiya Hoşyar Sîweylî kir û bi giringî behsa pêwendî û hevahengiya di navbera herdu aliyan de kir û got ku welatê wî rêzê ji daxwazên gelê Kurdistanê û mafên wî yên rewa digre.

Konsulê Japonya herwiha daxwaz kir ku pirsa pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi danûstandin û bi jihevtêgiheştin ligel Bexdayê bê çareserkirin.

Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê jî got ku rêveberiya siyasî ya Kurdistanê biryar daye ku pirsa paşeroja pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de bixe ber destê gelê Kurdistanê, da ku bi riya referandumê biryar li ser bê dan û dê encamên wê referandumê jî bi aştiyane û bi diyalog bên cîbîcîkirin, ku ew jî dewleta serbixwe ya Kurdistanê ye. Herwiha em hêvîdar in hemû cîhan rêzê li biryara çarenivîsaz a gelê Kurdistanê bigre û alîkar bin jî bo bidestxistina mafê niştimanî û neteweyî yê gelê Kurdistanê.