Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Kurd piştgiriya pêkhateyên Kerkûkê ji bo referandumê kom dikin

Kerkûk-KDP.info- Qayimeqamê Kerkûkê Kamîl Saleyî dibêje, aliyên Kurdî li Kerkûkê serdana pêkhateyên din ên Kerkûkê dikin ji bo ku piştgiriya wan bo referandumê, bidest bixin.

Kamîl Saleyî ji malpera KDP.info re ragihand: “Aliyên Kurdî yên bajarê Kerkûkê dixwazin serdana aliyên Erebî û Turkmanî yên Kerkûkê bikin ji bo pirsa referandumê. Armanc ji van serdanan jî zelalkirina referanduma Kurdistanê ye, ku ji bo ew jî tê de beşdar bin û ew jî behsa mafê xwe bikin. Lê heta niha dema wan serdanan nehatiye diyarkirin.”

Saleyî wiha got: “Di wan hevdîtinan de, dê dilgiraniyên wan pêkhateyan bên behskirin û emê hewl bidin ew jî di referandumê de beşdar bibin û dilgiraniya wan nemîne û hemû xelk û pêkhateyên Kerkûkê bêjin “Erê” ji Kurdistaneke serbixwe re. Herwiha beşek ji welatiyên Ereb û Tirkman ên Kerkûkê piştgiriyê li referanduma Kurdistanê dikin û ew dixwazin Kerkûk her ligel Herêma Kurdistanê bin, ew jî ji bo parastina Kerkşkê.”