Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDKê bo PKKê: Destdirêjiya ser endamên me, dê bersivên tund li pey xwe bîne

Hewlêr-KDO.info-Berdevkê Fermî yê PDKê Mehmûd Mihemed beyanameyek belav kir û amaje bi vê yekê kir, ku herkes û aliyek destdirêjiyê bike ser endam û aligirên partiya me divê li benda bersiva tund a partiya me be.

 

Îro 14.07.2016ê Mehmûd Mihemed beyanameyek belav kir û amaje bi vê yekê dike ku, demeke çend malper û kanalên televizyonên ser bi PKKê hin nûçe û zanyariyên vala û bê bingeh belav dikin û navên dost û alîgirên partiyame teşhîr dikin. Ji ber vê xelkê tekoşer ê Kurdistanê em agahdar dikin ku ew nûçe û zanyariyane vala û bê bingehin û ji rastiyê dûr in. armanca PKKê bi vê berevajî kirin û êrîşa ragehandinî bi dû armanca tê kirin.

 

Ya yekem: Rewabûnê dixwazin bi zordariyê pêkbînin li wan gundên ku di kontrola wan de ne û nahêlin hejmareke zêde yên ji wan gundane bêne avakirin û ewên ku hatine avakirin jî dûbare ji bo bêne valakirin û wêrankirine. Ew jî tevgerîna wan a bi dehan sala ne.

 

Ya dûyem jî: Ji bo neşirîn kirina partiya meye di çavê xelkê de û nîşandana dijatiya hewldanên netewî û niştîmanî yên partiyame yên referandom û serxwebûna Kurdistanê ne.

 

Di beyanameyê de tê gotin: Ya rast PKK dest li wan nûçeyên vala û bê bingeh û zanyariyên xelet ên belav dike dest lê berde û divê bê zanîn ku herkes û aliyekî destdirêjî bike ser endam û alîgirên partiya me, divê li benda pêkanînên tûnd ê partiya me be.