Hewlêr-KDP.info: Êvara roja pêncşemê 10ê Îlona 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li şandeke leşkerî ya Brîtanyayê bi Serokayetiya Cîgirê Admiral Edward Ahlgren, Şêwirmendê Bilind ê Berevaniyê yê Brîtanyayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê kir.
Di civînê de ku Xanima Holly Varr Konsula Giştî ya Brîtanyayê amade bû, Şêwirmendê Bilind ê Berevaniyê yê Brîtanyayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, sersaxiyê li Serok Barzanî kir ji bo koça dawî ya xwedê jêrazî Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî, herwiha rêz û hûrmeta xwe ji bo rola dîrokî û bi bandor a Serok Barzanî di avakirina aramî û bihêzbûna Herêma Kurdistanê de anî ziman.
Her di wê civînê de jî, di derbarê rewşa siyasî û ewlehî ya navçeyê û astengiyên li pêşiya Iraq û navçeyê di qonaxa dahatû de û herwiha pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê de danustandina bîr û ramanan kirin.