Hewlêr-KDP.info : Roja Duşemê 7'ê Îlona 2026'an Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Seyid Emar Hekîm Serokê Tevgera Hîkmeya Niştimanî kir.
Di hevdîtinê de danûstandina bîr û boçûnan derbarê rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê hate kirin. Her wiha ronahî xistin ser hevahengiya navbera aliyên siyasî û pêşxistina pêvajoya siyasî ya Iraqê.