Sebah Beytolla
Dastana binav û denga Xwakurkî ku li roja 19-7-1988 destpêkirî li 5-9 duimahî pê hat û îrada gelê Kurdistanê biserkeft û ev peyame da dujminî:
1- Partî Dîmokratî Kurdistan pêşengiya tevgara rizgarîxaziya gelê Kurdistanê diket û desta jê bernadet.
2- Partî xudana biryara xoye û emru biryara li çi hêz û layenekî wernagrit.
3- Peyameka tund bû bo rîjêma Be's ku Partî û rêbaza pîroza Barzanî kawdan çend nexweş û giran bin teslîmî îrada dujmin û dagîrkera nabît.
4- Livê dastanê da şîraza dujminî ji layê siyasî-aborî-leşkerî-civakî-diplomasî-cemawerî têkşikand.
5- Omêd bo paşerojeka geştir tomar kir.
6- Cemawer hişyar kireve ku amade bin bo rawestan dijî zulm û zûriyê.
7- Hemî kurdperwerek û nîştimanperwerek amade kir bo her gorankariyeka bilez.
8- Cenabê Serok Mesûd Barzanî serperştiya vê dastana mezin diker û xuyakir ku vê rêbazê mêjûya serbilindiyê tomarkiriye.
9- Fermûdên cenabê Serok Barzanî li dastana Xwakurkî da bi demekê nîzîk hatine wicûdê û ev dastane bo eger û hêvînê serhildana 1991ê.
10- Awarên xorragrên Îranê rolekê baş hebû bo serkeftna wê dastanê.
11- Ev dastane bi xwîna 28 şehîdên qehreman hate tomarkirn. Silav li giyanê bilindê wan.
12- Geleka ferre ev dastanên mezin li mêjûya bizava rizgarîxaziya gelê Kurdistanê da bibne film û drama û wanên xandinê li perwerdê da bo hişyarkirna nevê dahatî.
13- Ya jihejî gotinê ye rolê Dengê Kurdistanê jî nehête jibîrkirn ku palpiştekê baş bû bo serkeftna vê dastana binav û deng.
14- Divêrê da û li duimahiyê dibêjin bila dujminêt gelê me pend û dersa li mêjûyê werbigrn ku heta Partî û Barzanî serkêşî û pêşengiya bizava rizgarîxaziya gelê Kurdistanê dikan çi caran desta li mafên gelê xo û azadiya xo bernadin û diferhenga pîroza rêbaza Barzanî da teslîm bûn û xoçemandn têda nîne û nahête dîtin û bi anahiya Yezdanê Dilovan ev rêbaza mezin û cenabê Serok Barzanî dê armanca here mezin ku serxobûne dê bidestveînin.
Belê dastana Xwakurkî dê minît navek bilind û pîroz û mezin û cihê şanaziyê.