Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Emmar Hekîm sersaxiyê li Serok Barzanî dike

Hewlêr-KDP.info:îro 5ê Îlona 2026an ,Serokê Tevgera Hîkme ya Nîştimanî ya Iraqê Emmar Hekîm di peyamekê de, ji ber koça dawî ya Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî ragihand: "Ez beşdarî xem û şîna malbata birêz a Barzanî dikim, bi taybetî birayê min ê birêz Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya birayê mezin ê malbatê, xwedêjêrazî Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî." 

Emmar Hekîm herwiha got: "Ez ji Xwedayê mezin dixwazim ku yê koçkirî bixe ber dilovaniya xwe ya berfireh û wî bi bihuşta xwe ya bilind şad bike. Hêvîdar im Xwedayê mezin sebir û aramiyê bide malbat, xizm û gelê xweşdivî yê Kurdistanê." 

Serok Barzanî duh 4ê Îlonê di peyamekê de, koça dawî ya birayê mezin ê malbata wan, Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî ragihand û destnîşan kir ku xwedêjêrazî neviyê rêberê nîştimanî û olî Şêx Ebdulselam Barzanî bû û nimûneya olperwerî, xudaheyranî, xêrxwazî û kesayetiyekî diyar û mezin ê nav malbata wan bû. 

Bargeha Barzanî di daxuyaniyekê de aşkere kir ku sibe Yekşemê, 6ê Îlonê, şîn û bixakspardina axê ya Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî dê li Barzanê birêve biçe