Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî sersaxiyê ji binemala Dr. Ebdulfetah Botanî re dixwaze

Hewlêr-KDP.info: îro Sêşemê, 1ê Îlona 2026ê ,Serok Mesûd Barzanî, ji bo koça dawiyê ya nivîskar, akademîsyen, dîroknasê Kurd û .Serokê berê yê Akademiya Kurdî  Dr.Ebdulfetah Botanî, peyameke hevxemiyê belav kir.

Di peyama Serok Barzanî de hatiye: "Ez sersaxiyê ji binemal, kesûkar û dostên Xudêjêrazî Dr. Ebdulfetah Botanî û hemî nivîskar û rewşenbîrên Kurdistanê û Akademiya Kurdî re dixwazim û xwe hevparê xema wan dizanim."

Serok Barzanî di peyama xwe de herwesa dibêje: "Ez ji Xudayê Mezin dixwazim ku canê Xudêjêrazî bi behişta berîn şa bike û sebir û hedarê bide hemî aliyan."Di peyama Serok Barzanî de hatiye: "Ez sersaxiyê ji binemal, kesûkar û dostên Xudêjêrazî Dr. Ebdulfetah Botanî û hemî nivîskar û rewşenbîrên Kurdistanê û Akademiya Kurdî re dixwazim û xwe hevparê xema wan dizanim."