Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî sersaxiyê li Louîs Sako dike

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyamekê de bo koça dawî ya birayê wî (Lazar Sako), hevxemiya xwe ji bo Mar Louis Sako, Kardînalê Dêra Katolîk û Patriyarkê Kildanî nîşan da.

Deqa peyama Serokwezîr:
“Birêz Xeybeta Mar Louis Sako, Kardînalê Dêra Katolîk û Patriyarkê Fexrî yê Dêra Kildanî.
Bi mixabinî ve min nûçeya koça dawî ya birayê we yê birêz (Lazar Sako) bihîst. Ez sersaxiyê li we dikim û hevparê xemgîniya we me. Xwedayê mezin giyanê wî bi bihiştê şad bike û sebir û aramiyê bide malbata we.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî