Hewlêr-KDP.info : Serok Mesûd Barzanî bi boneya koça dawî ya (Lazar Sako) birayê Kardînal Luîs Sako, peyameke sersaxiyê arasteyî cenabê wî û malbata wî kir. Serok Barzanî di peyama xwe de hevxemiya xwe nîşan da û ji Xwedayê mezin daxwaz kir ku sebir û aramiyê bide malbata wan.
Naveroka Peyamê:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Cenabê Kardînalê Dêra Katolîk û Patrîarkê Fexrî yê Dêra Keldanî Mar Luîs Sako,
Bi xemgîniyeke mezin nûçeya koça dawî ya birayê we yê birêz, xwedê jê razî (Lazar Sako) gihîşt me. Ez sersaxiyê li we û malbata we ya birêz û dost û nasên we dikim û xwe bi hevparê xema we dizanim.
Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku ruhê xwedê jê razî bi bihişta berîn şa bike û sebir û aramiyê bide her kesî.
Mesûd Barzanî
30ê Tebaxa 2026an