Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Partî hesta netewayetî bo her takekê Kurdistanî drust kir

Leyla Ebdulcebar

D demekê hestiyar da, li ser destê Rêberê Neteweyî Barzaniyê Nemir, Partî Dîmokratî Kurdistan wek pêdiviyeka mêjûyî û neteweyî hate damezirandin, da bibe sengerê bersinggirtina bêhêvîbûnê û endazyarê rêkxistina îrada rizgarîxwazaneya gelekê zulmlêkirî.

Damezirandna Partî tenê ragehandina hizbeka siyasî nebû, belku destpêka hoşiyariya neteweyî û rêkxistina nav mala Kurdî bû. Partî şiya giyanê Kurdbûnê û bawerbûna bi azadiyê di nav dil û mêşkê her takekê Kurdistanê da bikete îradeyeka bercestekirî. Di dirêjahiya 80 salên xebat û berxwedanê da, Partî helgirê hemî rehendên nîştimanî bûye û selmandiye ku sazişê li ser mafê çarenivîsê û pirnsîpên neteweyî nake.

Di edebiyat û felsefeya siyasiya serdem da, Partî tenê rêkxiraveka hizbî nîne, belku stûna serekiya asayişa neteweyî û gerantiya parastina qewareyê destûriyê Herêma Kurdistanê ye. Nihêniya rawestiyan û berdewambûna Partî di wefadariya wê da ye bo Rêbaza Barzaniyê Nemir û jiriya Serok Mesûd Barzanî, ku şiyaye bi danayî li navbera pabendbûn bi behayên resenên neteweyî û xogunçandin digel werçerxanên bilez yên komelgeha nîv-dewletî da hawsengiyeka stratejîk biparêze.

Partî ji ber ku xwedan me'rîfe û cemawerekê dilsoz û hoşiyar e, qonax bo qonax nû dibe ve, bi beşdarîkirna karaya gencan, bikarînana teknolojîya birêvebirinê, û nûjenkirina peyama xwe ya siyasî, xwe wek hizbeka zîndî û ayindesaz nîşan dide.

Di heştê saliya damezirandina wê da, aşkera diyare ku Partî nek tenê xwedan dîrokeka pir ji serweriya ye, belku birrbirreya pişta avedanî, seqamgirî û pêkveciyana aştiyaneya hemiyan e. Lewra, wek çewa dohî hêz bû, evro jî Partî hêz e û bi îrada cemawerê xwe dê berev dahatû bi hêztir jî bît.