Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

16ê Tebaxê, Nûkirina peymana xebatê, êkrîzî û berpirsyariya neteweyî

D. Şîrîn Husnî

16ê Tebaxê di mêjûuya gelê kurdda, tenê rojeka mêjûuyî nîne, belku amajeya destpêkirna qonaxekê ye ku xwasta neteweyî, rêkxistna siyasî û baweriya bi mafên rewa yên gelê kurd, di nav çarçoveyekê damezraweyî û stratejî yê dirêjxayenda kom bûyin. Ev roja bîrînana damezrandna Partî Demokratî Kurdistanê ye, ew rêkxistna ku di temenê xwe yê heştê salî da, bûye êk ji girngtirîn payeyên bizava neteweyî, parastna nasnameya kurdayetiyê û bergrikirn ji destkeftên siyasî yên gelê Kurdistanê.

Herwesa, 16ê Tebaxê yada jidayikbûna berêz Serok Mesûd Barzanî ye, ew kesayetiyê navê wî bi xebata neteweyî, pêşmergayetiyê, parastna destkeftên Kurdistanê û bihêzkirna damezraweyên herêmê ve hatiye girêdan. Di qonaxên hestiyarda, Serok Barzanî bi helwîst û dûrbîniya xwe ya siyasî, rolekê kara û girng di parastna êkrîziya navxoyî, bergrikirn ji mafên destûrî û parastna aramî û seqamgiriya herêmê da gêraye, û bûye hîmayek bo xoragri û bawerî bi mafên rewa yên gelê Kurdistanê.

Mêjûuya Partî Demokratî Kurdistanê, mêjûuya xebateka dirêje, ku hîç jaran armanja wê tenê desteberkirna desellatê nebuuye, belku hemî gavan xebat bo parastna hebûna neteweyî, avakirna damezraweyên destûrî, bihêzkirna seweriya yasayê û dabînkirna jiyaneka şayiste bo hawwolatiyan xebat kiriye. Ji çiyayên xebatê heta damezraweyên hukimraniyê, ev rêbaze bi xwîna şehîdan, berxodana pêşmergey û dilsôziya kadran hatiye parastn û berdewamî pê hatiye dan.

Evro, di nav qonaxeka hestiyar û allozda, nuykirna peymana êkrîziyê, berpirsyariyê û xizmeta nîştimanî, girngtre ji her demekê dî. 16ê Tebaxê peyameka rûn degehînît, ku hêza her neteweyekê, di êkrîzî, damezraweyên bihêz, xebata berdewam û berpirsyarî û rêberiyeka jîr daye.

Di vê yada pîrozda, bi hemî rêz û şanazîve, bejna xo bo giyanê pakê şehîdan deçemînîn, şanaziyê bi pêşmergeyên qehreman û kadrên dilsôz dekeyn, herwesa rêz û pîrozbahiyan arastey lêvegerê gelê me cenabê Serok Mesûd Barzanî dekeyn, û duupatiyê li peymana xwe dekeyn ku bi heman rohiyyeta şoreşê xebatê bo êkrîziyê û berpirsyariyê, xizmeta gel û parastna berjewendiya bilinda Kurdistanê berdewambîn.