Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK: Em li ser rêbaza Kurdayetiyê û parastina qewareya Herêmê berdewam dibin

Hewlêr-KDP.info: Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi boneya 80emîn salvegera damezirandina partiya xwe daxuyaniyek weşand.

 Di daxuyaniyê de, tevî teqezkirina li ser parastina destkeftiyên destûrî yên Herêmê û dûrxistina wê ji alozî û şerên herêmê, teqezî li ser aktîvkirina parlamentoyê, pêkanîna kabîneya dehem, bihêzkirina yekrêziya niştimanî û destpêşxeriya ji bo hevkarîkirina bi hemû aliyên Iraqî re hat kirin.

Deqa daxuyaniya Polîtburoya PDKê:

Cemawerê xweragir, malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman,

Îro bi şanazî em salvegera damezirandina partiya xwe pîroz dikin; ew partiya ku parêzvaneke rastîn a berjewendiyên gelê me ye. Ev bîranîn qonaxeke pir girîng a xebata dîrokî ya tevgera rizgarixwaz a Kurdistanê û karwanekî bêwestan ê têkoşîna siyasî ye ji bo parastina mafên neteweyî û niştimanî û bingehên demokrasiyê. Her wiha bîranîna xebateke heştê salî ya guhertin, qurbanîdan, ezmûn û kaniya sirûştî ya nirxên azadî û demokrasiyê ye.

Ev boneye ne tenê bîranînekî asayî yê damezirandina partiyeke siyasî ye, belkî bercestekirina îradeya azadîxwazane ye ji bo redkirina planên dijminan û zilm û zordariyê li ser rêbaza hîkmetane ya "Barzaniyê Nemir", yê ku wê demê zemîneke serdemiyane ji bo têgeha Kurdayetiyê darist û bi peyrewkirina nirxên şoreşgerî, tevgera rizgarixwaz a Kurdistanê pêş xist.

Xebata piralî ya partiya me di şoreşên Îlon û Gulanê de, Peymana 11ê Adarê û Raperîna 1991ê, şahidê wê yekê ne ku PDK hêzeke pêşeng û piştgirêdayî bi cemawer û hemû pêkhateyên neteweyî û olî ye, û her tim bi kultura diyalogê hewl daye armancên neteweyî bi dest bixe.

Di salvegera heştê saliya damezirandina partiya me de, em teqez dikin ku wefadariya ji bo dîroka PDKê û qurbanîdana têkoşerên wê ne tenê bîranîn e, belkî ezmûna wê rabirdûyê û wê dîrokê, berpirsiyariyeke neteweyî û niştimanî ye li hemberî îro û paşerojê bi rêya parastina destkeftiyên me û dûrxistina Herêma Kurdistanê ji wan alozî, rageşî, şer û pevçûnên siyasî yên li derdora me. Her wiha parastina Kurdistanê û rêgirtin li wê yekê ye ku bibe cihê bandorkirina li ser ewlehiya cîranên me û rêzgirtina dualî ya berjewendiyan; bihêzkirina pêgeha destûrî ya Herêmê û aktîvkirina parlamentoyê wekî erkekî dîrokî, pêkanîna kabîneya dehem û hikûmeteke bihêz, bihêzkirina yekrêziyê, rêzgirtina li firehiya pêkhateyan û xurtkirina aramî û aştiyê li Herêmê.

Gelê xweragir û bêhnfireh ê Herêma Kurdistanê di van salên borî de îsbat kirine ku hezkirina welat û gelê wan di ser her tiştî re ye; lewma em wekî erka xwe dibînin ku bi hemû şiyana xwe kar ji bo çareserkirina kêşe û pirsgirêkan bikin bi mebesta dabînkirina ewlehî û pêdiviyên jiyaneke serfirazane.

Di bîranîna 16ê Tebaxê de, em destê dostanî û hevkarîkirinê dirêjî hemû aliyên siyasî yên beşdar di proseya siyasî ya Iraqê de dikin. Erkê me hemûyan e ku bi cudahiya raman û nêrînên siyasî, baweriyên olî û mezhebî ve, bi hev re hewl bidin ku Iraq ji bo her kesî be û wê ji tevlîbûna nav şer û alozî û fitneyên herêmê dûr bixin. Divê hemû pêkhate bi hev re û bi berpirsyarî, şêwazekî hikûmranî yê rast û serdemiyane bigrin ber xwe; ev yek di berjewendiya gelê Iraqê de ye. Wekî ku me bi eşkereyî gotiye, Iraq rûbirûyî gelek pirsgirêkan hatiye kirin û ne rewa ye ku êdî di nav vê xelekê de bizivire, ji ber ku gelê Iraqê êdî nikare li ber wan hemû nexweşî û belengaziyan rabe; ev yek berpirsyariyeke exlaqî, niştimanî û olî ye.

Bi vê boneya dîrokî, em qurbanîdana têkoşer, Pêşmerge û şehîdan bilind dinirxînin; wan kesên ku canê xwe di oxira maf, azadî û serweriya netewe, ax û gelê me de feda kirine. Her wiha em têkoşîn û xweragiriya nifş bi nifş a li ser rêya partiyetiyê û rêbaza Barzaniyê Nemir bibîr tînin.

Di vê bîranîna pirsikoyî de, em peymana xwe ji bo gelê Kurdistanê û Serok (Mesûd Barzanî) nû dikin ku em ê li ser rêbaza resen a Kurdayetiyê berdewam bin ji bo parastina qewareya Herêmê û bihêzkirina bingehên demokrasî û pêkvejiyanê.

Silav ji bo damezirîner û rêberê rêbaza Kurdayetiyê (Mistefa Barzaniyê Nemir) û (Kake Îdrîsê herdem di bîran de) û hemû şehîdên Kurdistanê.

Sipas û pêzanîn ji bo kadro, endam û alîgirên partiya me; her wiha pîrozbahiyên herî germ li Pêşmergeyên qehreman û gelê xweragir ê Kurdistanê dikin.

Serkeftin ji bo xebata rewa ya gelê me ye, her bilind û li ba be ala Kurdistanê.