Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li yasaya "Bihêzkirina Tebayiya Neteweyî û Tevlîbûna Civakî" li Tirkiyeyê dike

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de pêşwaziyê li yasaya "Bihêzkirina Tebayiya Neteweyî û Tevlîbûna Civakî" li Tirkiyeyê dike.
 
Naveroka Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Ez bi germî pêşwaziyê li pesendkirina yasaya "Bihêzkirina Tevayiya Neteweyî û Tevlîbûna Civakî" di Parlemena Tirkiyeyê de dikim. Ev pengav wêrekaneye, serdemeke giring e ber bi pêkanîna aştiyeke berdewam, aramî û ewlehiyê li Tirkiye û tevahiya herêmê de.

Em herdem li ser wê baweriyê ne ku aştî û diyalog bijardeyên herî rast in û serdema çekan û çareseriya leşkerî bi dawî bûye. Ev yasa derfeteke mezin e ji bo avakirina bawerî û pêkvejiyana aştiyane ya hemû pêkhatên Tirkiyeyê. Pêwîst e hemû kes piştgiriyê lê bikin û ji bo serxistina aştiyê kar bikin.

Rûmet û destxweşiya xwe ji bo cenabê Serokkomarê Tirkiyeyê birêz Recep Tayyip Erdoğan û hemû wan serkirde û aliyên ku di pêkanîna vê yasayê de beşdar bûne, dûpat dikim. Wek herdem, em piştgiriya tevahî ya Herêma Kurdistanê ji bo serxistina aştî û aramiyê dûbare dikin.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
12/08/2026