Hewlêr-KDP.info: Roja Yekşemê 9ê Tebaxa 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Serdar Yuksel endamê Parlementoya Almanyayê kir.
Di hevdîtinê de Serok Barzanî bi germî bixêrhatina birêz Serdar Yuksel kir û kêfxweşiya xwe anî ziman ku ciwanekî Kurd kariye di navendên siyasî û parlementoyî yên Almanyayê de rolek hebe û destxweşî li hewl û keda wî ya di warên curbecur de û di parastina doza Kurd û penaberan li Almanyayê de kir. Her wiha digel balkişandina li ser bingeh û prensîbên xebata rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê, tekez li ser aştîxwazbûna doza gelê Kurdistanê kir ku divê pirsgirêka gelê Kurdistanê li Rojhilata Navîn bi rêya aştî û diyalogê û bi awayekî serdemiyane bê çareserkirin.
Her di wê hevdîtinê de birêz Serdar Yuksel rûmeta xwe ji bo rola dîrokî ya Serok Barzanî di azadîxwazî û xebata gelê Kurdistanê de û her wiha di şerê terorê û piştgirîkirina doza Kurd li Rojava de hebû, wê yekê jî xiste holê ku li Almanyayê û gelek cihên din ên cîhanê de xelk hene ku dost û piştgîr û hevxemê maf û daxwaziyên gelê Kurdistanê ne. Birêz Serdar Yuksel ezmûna Herêma Kurdistanê bilind û bi bihadar nirxand ku pêwîste piştgirî lê bê kirin. Her wiha rûmeta xwe ji bo rola Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî jî hebû di alîkarî û hevkariya lêqewimiyan û koçber û penaberan de.
Rewşa siyasî û dawî guhertinên li ser asta navçeyê û gefa terorê mijarên din ên wê hevdîtinê bûn.