Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Bi helkefta Cejna Çilê Havînê peyameka pîrozkirinê arasteyî Mîrê Êzidiyan, Babeşêx, Civata Ruhanî û hemî Êzidiyan li Kurdistan û cîhanê kir û tekez li ser parastina çanda pêkvejiyanê kir.
Naveroka Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:
Cejna Çilê Havînê, bi germî li Cenabê Mîrê Êzdiyan, Babê Şêx, Civata Ruhanî û hemû welatiyên me yên Êzdî li Herêma Kurdistanê û Iraqê, her wiha li hemû Êzdiyên li seranserê cîhanê pîroz dikim. Hêvîdar im ev cejn bi xêr û xweşî ji hemuyan re vegere.
Welatiyên me yên Êzdî û hemû pêkhateyên neteweyî û olî piştrast dikin ku Herêma Kurdistanê dê her bimîne warê pêkvejiyanê û welatê hemûyan bê cudahî û dê her dem parêzvanên çanda pirrengiyê bin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
02.08.2026