Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Peyama Mesrûr Barzanî bi helkefta Cejna Çilê Havînê

Hewlêr-KDP.info: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de cejna Çilê Havînê li Êzidiyan pîroz kir û got: “Ez dê wekî herdem piştevaniya maf û daxwaziyên we bikim”.

Naveroka peyama Mesrûr Barzanî:

"Bi helekfta hatina Cejna Çilê Havînê, ez pîrozbahiyeke germ li tevaya xûşk û birayên Êzîdî yên Kurdistanê û cîhanê dikim. Ez hêvîdar im bi xêr, xweşî û tenahiyê rojên cejnê biborînin.
Ez hêviya paşerojeke baştir bo xûşk û birayên Êzîdî dixwazim û ez wekî her gav piştevanê maf û daxwaziyên wan im.
Cejna Çilê Havînê pîroz bit û her di xweşiyê de bin.


Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
02ê Tebaxa 2026ê