Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî û Helbûsî tekezî li parastina sîstema federal û mafên destûrî dikin

Hewlêr-KDP.info: îro 30ê Tîrmeha 2026an , Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), pêşwazî li Serokê Partiya Teqedum Mihemed Helbûsî û şanda pê re kir.
Her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya pêşxistina pêwendî, hevkarî û hevahengiya hêz û aliyên siyasî yên Iraqê kirin da ku bikarin bi awayekî xurtir rûbirûyî kêşe, asteng û zehmetiyên cuda bibin.
Her du alî hevnêrîn bûn ku parastina sîstema demokratîk û federal a Iraqê giring e. Herwiha piştgiriya xwe ji bo hikûmeta federal nîşan da, ji bo ku mafên destûrî yên hemû pêkhateyan werin parastin û xizmeteke dadperwerane û bêyî cudahî bigihîje hemû welatiyên Iraqê.