Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

D. Salar Osman li Amedê beşdarî du konferansan dibe bi boneya 101-emîn salvegera darvekirina Şêx Seîdê Pîran

Amed-KDP.info :Roja yekşem û duşemê 28 û 29ê Hezîrana 2026an, li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê, konferansek taybet bi mebesta bîranîna 101-emîn salvegera darvekirina (Şêx Seîdê Pîran) û hevalên wî birêve çû, ku tê de d. Salar Osman, Berpirsê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandina P.D.K. wek nûnerê Herêma Kurdistanê beşdarî tê de kir.

Konferans li Koşka Dîrokî ya (Îskender Paşa) li navçeya Sûra Amedê, ji aliyê Komîsyona Destpêşxeriya Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê (Pêl-Kurd, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê-PSK, Partiya Welatparêzên Kurdistanê-PWK, Tevgera Vejîn û çendîn kesayetên serbixwe) ve hatibû organîzekirin.

Destpêka konferansê, ku ji aliyê (Elî Oncu) ve dihat birêvebirin, bi pêşkêşkirina sirûda neteweyî (Ey Reqîb) dest pê kir.

Di beşeke din a konferansê de, d. Salar Osman gotarek pêşkêş kir û tê de tekez kir ku pêwîst e ciwan lêkolînan li ser van dîrokan bikin û van mijarên akademîk bixin nav lêkolînên xwe yên zanistî. Her wiha amaje bi we kir ku pêwîst e em berdewam sûd û îbretê ji dîroka xwe wergirin, ku şanaziyeke mezin a neteweyî ye.

Di dema konferansê de, her yek ji lêkolîner û nivîskar (Seîd Veroj), (Mehmûd Fewzî Firat) neviyê Şêx Seîdê Pîran, û nivîskar (E. Nasir Sonmez) gotarên xwe pêşkêş kirin. Bi rêya mijarên xwe, bi hûrgulî tîrêj xistin ser jiyan û serokatiya Şêx Seîdê Pîran ji bo şoreşa Kurd, bûyerên berî û dema şoreşê, rola wan kesayetên ku pêşengî kirine, her wiha rewşa herêmê piştî tepeserkirina şoreşê û qonaxa dadgehkirina wan di (Dadgeha Serxwebûnê ya Rojhilat) û pirsa darvekirina wan.

Di berdewamiya konferansê de, (Mehmûd Fewzî Firat) neviyê Şêx Seîdê Pîran, di gotara xwe de daxwaz kir ku wek nîşaneyek ji bo dilsoziya di qonaxa niha de, cihê gora Şêx Seîdê Pîran û hevalên wî were eşkere kirin.

Roja din, roja duşemê 29ê Hezîrana 2026an, li bajarê Amedê, bi mebesta bilindragirtina bîranîna şehîdbûna (Şêx Seîdê Pîran û hevalên wî), hejmarek çalakî li baregeha (Komeleya Şêx Seîd) û paneleke berfireh birêve çû.

Êvara heman rojê, li hola konferansê ya (Tahir Elçî) di Baroya Amedê de, paneleke berfireh ji bo (Bîranîna Şêx Seîdê Pîran û hevalên wî li Kurdistanê) hate lidarxistin.

Panel ji aliyê (Azad Zal) ve dihat birêvebirin û her yek ji d. Salar Osman Berpirsê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandina P.D.K., (Gulcan Kaçmaz Sayyîgît) Berdevka Destpêşxeriya Yekîtiya Demokratîk, (Çîgdem Kiliçgun Uçar) Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), (Ebdulqadir Guleç) Serokê Baroya Amedê, ligel (Mihemed Qasim Firat) Serokê Komeleya Şêx Seîdê Pîran, wek panelîst beşdar bûn û mijarên xwe pêşkêş kirin.

Di dema birêveçûna panelê de, d. Salar Osman di gotarekê de bi hûrgulî tîrêj xist ser qonaxên cuda yên xebat û dîroka tije qurbanî ya neteweya Kurd, bi taybetî şoreşa Şêx Seîdê Pîran wekî stasyoneke girîng a rûbirûbûna siyaseta înkar û tunekirinê. Amaje bi we kir ku tevî hemû hewlên jêbirin û sirkirinê di rabirdû de, îradeya berxwedan û têkoşînê di nav dilê takê Kurd de ne tenê nehatiye kuştin, belku bûye hênuna berdewamîdana bi xebat û redkirina bindestiyê.

Di dawiya peyvên xwe de, bi hêviyê ve behsa qonaxa dahatû kir û amaje kir ku Herêma Kurdistanê destkeftiya hemû Kurdan e û pêwîst e em hemû biparêzin. Her tim Serok Barzanî di rênimayiyên xwe de tekeziyê li ser yekrêziya hemû Kurdan dike û tekeziyê li ser parastina ezmûna me dike. Her wiha pêwîst e xebata me ya neteweyî bi dîtineke hevçerx û yekrêzane, ber bi bidestxistina mafên rewa û dabînkirina azadî û demokrasiyê ve were arastekirin.

Her di berdewamiya beşên konferansê de çend helbest hatin xwendin û ji aliyê mêvan û amadebûyan ve gotubêjeke germ hate kirin.