Hewlêr-KDP.info : îro (Yekşem, 14ê Hezîrana 2026ê) , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Mihemed Behaedîn kir, ji ber koça dawiyê ya birayê wî yê mezin Husên Mihemed Behaedîn.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand: "Bi mixabinî ve nûçeya koça dawiyê ya birayê we yê mezin, Xudêjêrazî Seydayê Husên Mihemed Behaedîn gihîşt min.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa got: “Ez sersaxiyê ji we re dixwazim û ez hevparê xema we me." Serokwezîr herwesa lava jî kirin ku “Xudayê Mezin canê Xudêjêrazî bi bihiştê şa bike û sebir û hedarê bide binemala wan ya rêzdar”.