Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeka serbazî ya Iraqa federal dike

Hewlêr-KDP.info : îro (Yekşem, 14ê Hezîrana 2026ê), Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeka serbazî ya Iraqa federal bi serokatiya Serdarê Artêşa Îraqê Ebdulemîr Yarelah kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serdarê Artêşa Îraqê di wê civînê de kurtiyek li ser armanca serdana xwe ji bo Herêma Kurdistanê pêşkêş kir, ku li ser raspardeya Serokwezîrê Federal e ji bo şopandina parastina ewlehî û tenahiyê û bi taybetî nehêştin û bidawîanîna gefên li ser kompaniyên petrolê û armanckirina wan.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî ji aliyê xwe ve spasî û rêzên xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo şopandina Serokwezîrê Îraqê û dana piştrastiyê ji bo parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê pêşkêşkirin û piştgiriya xwe ya tam di vî warî de diyar kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa tekezî li ser “giringiya xurtkirina hevahengî û hevkariyên di navbera Pêşmergeyan û Artêşa Îraqê de ji bo rûbirûbûna gef û astengiyên ewlehî û serbazî kir.