Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

9-6-1985: Karesateka mezin çi cara nahête jibîrkirin

Sebah Beytulla

Rast dibêjin azadiyê û rizgariyê qurbanî divêt, pêşmergeyên qehreman li berokên berxwedanê dastanên mezin tomar kirin û derbên mezin li dujminî didan. Rêkxistin û dilsozên Partî û Barzanî di nav cergê Kurdistanê da berfirehtir û mezintir dibûn û dujmin tûşî hîbetiyê bûn. Qehremanên me di zîndanên dujminî wekû çiyayên xuristî maneve û bo çend dilopên xwînê serê xwe û bejna xwe bo dujminî neçemand û pêlava wan li taca dujminî mezintir bû.

Bo tolvekirna şikestinên xo digel elinda spêdê li 9-6-1985 balefirên sîxorêt rejîma Be’sa gor bi gor ku jimara wan şeş bûn, ordigehê awara li Zêwey bombabarankir ku hêşta hinek xelk di xew da bûn û qutabî jî çûbûn bawernamêt xo li qutabxanê wergirin. Çi dîmenekê diltezîne, çi wêneyekê naxhejîne! Dest û ser û qelem û defter û pîr û jin û zarûk û genc laşên wan parçe parçe bûn û pitir ji 150 kesan şehîd bûn û pitirî 300 kesan jî birîndar bûn.

Dujminî wesa hizir dikir bi van kiryarên tirsnokane û dûr li binemayên exlaqî dê şêt îrada qehremanêt Partî û Barzanî lawaz ket, lê nezanî dê berxwedan û fîdakarî û qurbanî, serkeftin û pêşveçûn beref serferaziyê dê mezintir û berfirehtir bin.

Cenabê Serok Mesûd Barzanî hate nav kes û karên şehîd û birîndaran, xem û kovanên xo derbirîn û rondik bo barandin, lê kes û karên qurbaniyan û şêre jinekê ku çar zarûkên wê şehîd bibûn gote cenabê Serok Mesûd Barzanî: "Evê rêbaza pîroz qurbanî divêt, xogurîkirin divêt û min du kurên mayî dê wan jî gurî Kurd û Kurdistanê û rêbaza pîroza Partî û Barzanî kem."

Milletekî, partekê, rêbazekê ev millet hebit bi vê îrada mezin û polayî, ev dilsoz û fîdakar hebin çi cara naşkêt û hemî berbestan dê şikênin û dê gerdena roja azadiyê û serbestiyê maçî ket. Xwîna wan bêtawanan û hemî şehîd û enfalkiriyan û mêraniya pêşmergeyên qehreman û xweragiriya xelkê me bûne pir û gemî bo karwanê serbilindiyê û xwîna wan bû xene bo dest û pêt şengebûyka azadiyê.

Silav bo giyanê bilind û pîroz ê şehîdên ordigehê Zêwey û tevaya şehîdan û serwerê wan Barzaniyê Nemir û Îdrîsê Cwanemerg.

Silav bo pêşmergeyên qehreman û xweragiriya xelkê me li awareyê û derbederiyê, bihara 1991 bersiva dujminî da ve û koçk û dîwanêt zulm û zûriyê herfandin û dengê "Serhildan jiyan e, Berxwodan jiyan e" sertaserî Kurdistanê vegirte û giyanê pîroz ê şehîdan şad bû. Kurdistan jî her avadan bît û millet jî bextewer û serkeftin jî her û her bo Partî û rêbaza pîroza Barzanî ye.