Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî û Dawdoglû tekezî li ser pêşxistina peywendiyên Hewlêr û Enqereyê dikin

Hewlêr-KDP.info : Îro 9ê Hezîranê , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Partiya Pêşerojê (Gelecek Partisi) û Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Ehmed Dawdoglû kir.
Di hevdîtinê de, ku Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê Erman Topçu jî amade bû, gotûbêj li ser guherîn û geşedanên herî dawî yên rewşa giştî ya Iraq û navçeyê hatin kirin.
Her du aliyan tekezî li ser giringiya xurtkirina peywendiyan û pêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de kirin.