Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser koça dawî ya nûçegihan û berpirsê Nivîsgeha Rûdawê ya Bexdayê Helkewt Ezîz peyameke sersaxiyê belav kir.
Naveroka Peyama Serokê Herêma Kurdistanê :
Ji bo koça dawî ya medyakar û berpirsê nivîsîngeha Tora Medyayî ya Rûdawê li Bexdayê, xwedêjêrazî Helkewt Ezîz, ku mixabin ji ber bûyereke diltezîn a trafîkê jiyana xwe ji dest da, sersaxiyê li malbat, kesûkar û hevkarên wî dikim.
Xwedêjêrazî Helkewt Ezîz, peyamnêrekî jêhatî, dilsoz û çalak bû ku xizmeteke mezin ji bo qada medyayê kir. Ji Xwedayê Mezin daxwaz dikim ku canê wî bi dilovaniya xwe şad bike û hedar û aramiyê bide hemûyan.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
08/06/2026