Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 8ê Hezîrana 2026ê) , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyameka sersaxî û hevxemiyê ji bo koça dawiyê ya rojnamevan Berpirsê Nivîsingeha Tora Medyayî ya Rûdawê li Bexdayê Helkewt Ezîz belav kir û sersaxî li malbat û hevkarên wî re xwest.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di peyama xwe de ragihand: "Bi mixabiniyeka zêde ve, nûçeya koça dawiyê ya rojnamevan peyamnêr û Berpirsê Nivîsingeha Tora Medyayî ya Rûdawê li Bexdayê Helkewt Ezîz gehişt min. Ez sersaxiyê ji hevkarên wî û kesûkar û binemala wî ya rêzdar dikim û ez hevxemê wan im."
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa di dawiya peyama xwe de jî lava kirine ku Xudayê Mezin canê wî bi bihiştê şa bike û sebir û hedarê bide her aliyekî.