Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Li Duhokê rêz li hozanvan Muhsin Qoçan hat girtin

Duhok-KDP.info :Roja yekşembî 7.6.2026, bi amadebûna Dr. Salar Osman, Berpirsê Pişka Rewşenbîrî û Ragehandinê ya P.D.K.ê, û harîkarên berpirsê Mekteba Rêkxistna Parêzgeha Duhokê û hejmareka nivîser, rewşenbîr, rojnamevan, hunermend û kesayetiyên civakî, rêwresmeka taybet bo rêzlênan li hozanvan Muhsin Qoçan li bajarê Duhokê hate birêvebirin.

Destpêka rêwresmê bi xulekeka rawestanê bo rêzgirtnê li giyanê paqij ê şehîdan û serwerê wan (Barzaniyê Nemir û Kake Îdrîsê herdem di yadan da) destpêkir.

Dr. Salar Osman, Berpirsê Pişka Rewşenbîrî û Ragehandinê ya P.D.K.ê, peyvek pêşkêşkir û têda amaje bi giringiyarola edîb û hunermendan di parastin û pêşvebirna kultûr û nasnameya neteweyî da kir. Herwesa tîşk êxiste ser nirx û bihayê wan berhemên edebî û hunerî yên ku hozanvan Muhsin Qoçan li seranserî salên xizmeta xo pêşkêşî edeb û kultûrê kurdî kirîn.

Di pişka dî ya rêwresmê da, Mueyed Teyib xwendinevek bo berhem û ezmûnên edebî yên hozanvan Muhsin Qoçan pêşkêşkir û tîşk êxiste ser taybetmediyên hozan û edebiyata Muhsin Qoçanî.

Paşan hunermend Cigerxwîn Enes Amêdî tabloyeka hunerî û çend parçeyên muzîkê pêşkêşkirin, û paştr hozanvan Muhsin Qoçan peyvek pêşkêşkir û behsê ezmûn û yadgariyên xo di bwarên hozan û edebî da kir, û supasiya Pişka Rewşenbîrî û Ragehandinê kir bo vê pêngavê, û paşan çend hozanên xo xwendineve.

Li duwahiya rêwresmê da, Pişka Rewşenbîrî û Ragehandinê ya P.D.K.ê rêzlênan û gulên wefadariyê pêşkêşî hozanvan Muhsin Qoçan kirin, û dîwana hozanan ya bi navê "Gizlûk Kiçeka Qiştalî ye" bi îmdaza nivîserî pêşkêşî amadebûyan hate kirin.

Cehê amajê ye ku dezgeh û senterên kultûrî bi çepkên gulan rêz û wefadariya xo pêşkêşî hozanvan Qoçanî kirin.