Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî pêşwaziyê li Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê kir

Hewlêr-KDP.info: Roja pêncşemê, 4ê Hezîrana 2026an, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Anil Bora Inan, Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de ku birêz Erman Topçu, Konsulê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê jî amade bû, li ser astê herêmê derbarê guhertinên dawî, şer û aloziyan de danustandina bîr û ramanan kirin. Balyozê Tirkiyeyê rûmeta welatê xwe ji bo hedarî û siyaseta hekîmane ya Herêma Kurdistanê nîşan da; ku tevî hewldanên ji bo tevlîkirina Herêmê û tevî hebûna destdirêjî û bombebaranan li ser Herêmê, lê Herêmê bi her awayî hewl da ku nebe beşek ji wan şer û aloziyên ku di herêmê de rû dan.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de, behsa rewşa piştî avakirina hikûmeta Iraqê, peywendiyên di navbera Herêm û Bexdayê û her wiha peywendiyên navbera Partî (PDK) û aliyên siyasî yên Iraqê hat kirin. Her du aliyan hêvî xwestin ku hewldan ber bi çareserkirina kêşeyan, hevahengiya tevahî di warên cuda de û ji navbirina pirsgirêkan ve biçin.

Her di vê hevdîtinê de, bal kişandin li ser peywendiyên navbera Iraqa Federal, Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê. Li ser encamên serdana dawî ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Tirkiyeyê gotûbêj hat kirin û tekez li ser pêşxistina peywendî û dostaniya navbera her du aliyan kirin.

Rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û hengavên ji bo meşandina pêvajoya siyasî, mijareke din a vê hevdîtinê bû.