Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Divê parlamen were çalakkirin

Hewlêr-KDP.info : îro 2ê Hezîrana 2026an , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê Patrick Durel kir.
Di civînê de, tevî tekeziya li ser xurtkirina têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê di warên cuda de, rewşa giştî ya Iraq û navçeyê hat gotûbêjkirin. Herwiha nêrîn li ser girîngiya parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê hatin guhertin.
Di beşeke din a guftûgoyan de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser pêwîstiya çalakkirina Parlamena Kurdistanê, çareserkirina kêşeyan bi hestê berpirsyariyê û dawîanîna bi xitimîna proseya siyasî li Herêma Kurdistanê kir.
Herwiha guftûgo li ser giringiya piştgirîkirina hikûmeta federal ji bo rûbirûbûna astengî û kêşeyên ewlehî, aborî û darayî hat kirin.