Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî û Musenna Samerayî tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê dikin

Hewlêr-KDP.info : îro 1ê Hezîranê,Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Azim Musenna Samerayî kir.

Di hevdîtinê de, gotûbêj derbarê rewşa giştî û dawîn guhertin û geşedanên prosea siyasî ya Iraqê de hatin kirin.

Her du alî li ser girîngiya piştgirîkirina hikûmeta federal li ser bingeha xizmetkirina hemû welatî û pêkhateyên Iraqê hevnêrîn bûn. Her wiha tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên ligel Herêma Kurdistanê hat kirin, bi awayekî ku rêz li sîstema federal û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê werin girtin